Hat ragihandin ku li paytextê Sûdanê Xartûmê di xwepêşandanên dijî rêveberiyê da 2 kes mirin.
Di daxuyaniya Komîteya Doktoran a Navenda Sûdana Mixalif da hat destnîşankirin ku li herêma Umdurmana li ser paytext Xartûmê di xwepêşandanan da 2 kes bi guleyan hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku gule hatin agirkirin û xwepêşandêr Osman Cuma Ebdullah û Mihemed Mihemed el-Hac hatin kuştin.
Meqamên fermî heya niha der heqê mijarê da tu daxuyanî nedan.
Li welêt di xwepêşandanên mixalifan ku dawiya hefteyê cardin dest pê kirin da heta niha 7 kes hatin kuştin. Xwepêşandan li Xartûm û bajarên cuda berdewam in.
Li Sûdanê ji 19ê Berfanbara 2018an vir va ji ber bihabûna jiyanê protesto tên lidarxistin û xwepêşandêr dixwazin ku Omer el-Beşîr dest ji kar bikişîne.
AA