Di xwepêşandanên Sûdanê da hejmara kuştiyan zêde bû

Ebdurrehîm got ku di xwepêşandanan da 3 kes mirin, hin kes jî birîndar bûn û bûyer çû ber destê dozger.

Di xwepêşandanên Sûdanê da hejmara kuştiyan zêde bû

Hat ragihandin, li bajarê Omdurmana ku dikeve Hartuma paytextê Sûdanê di xwepêşandanên ku hatin lidarxistin da hejmara miriyan derket 3yan.

Li gor nûçeya ku SUNAya ajansa nûçeyan a Sûdanê ji berdevkê polêsan Tumgeneral Haşim Elî Ebdurrehîm vediguhêze, "Li Omdurmanê duh rageşî derket û polês û hêzên ewlehiyê bi xaza îsotê midaxaleyî xwepêşandana dereqanûnî kir."

Ebdurrehîm got ku di xwepêşandanan da 3 kes mirin, hin kes jî birîndar bûn û bûyer çû ber destê dozger.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Komîteya Doxtorên Navendî ya Sûdanê hatibû dayîn jî di xwepêşandanan da 2 kes mirin, 5 jê bi guleyan 8 kes birîndar bûn.

Li Sûdanê piştî ku hikûmetê bihayê nan zêde kir û şûnda di 19ê berfanbarê da li bajarên Atbera û Port Sûdana li qeraxê Nîlê xwepêşandanan dest pê kiribû, lê di demeke kin da li gelek eyaletan veguherîbûn dijayetiya rejimê.

Serokê Dewleta Sûdanê Omer el-Beşîr ji kesên ku jê ra dibêjin ji îqtidarê vekişe ra wiha gotibû: "Ji bo ku hûn bibin îqtidar seba hilbijartina 2020î amade bibin."

Li gor hikûmetê di çalakiyan da 19 kes mirin, 406 kes birîndar bûn, mixalif jî îdia dikin ku ev hejmar gelek zêde ye.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE