Komîseriya Mafên Mirovan a Payebilind û Xweser a Iraqê daxuyand, li wilayeta Zîqarê ya ku dikeve başûrê welêt, xwepêşandin hatin lidarxistin û di nav 2 rojan da 2 kes di sûîqestê da hatin kuştin, 43 kesên ku di nav wan da hêzên ewlehiyê hene birîndar bûn, 30 xwepêşandêr jî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniya nivîskî komîseriyê da hat gotin ku di xwepêşandinan da digel sûîqest û revandinan hat tesbîtkirin û belgekirin ku hêzên asayîşê xaza îsotê, fîşengên rastîn û plastîk avêtin, xwepêşandêran jî kevir avêtin.
Ji bo bûyeran bangewaziya "sukûnetê" kirin û hat xwestin ku "zimanê diyalogê were xeberdan."
Dijî hikûmetê di cotmeha 2019an da protestoyên berfireh dest pê kiribû û di dawiya heman salê da protesto bûbûn sedema ketina hikûmeta Adil Ebdulmehdî.
Li welêt protesto hê dewam dikin û gelê Iraqê beşdar dibe. Ji Serokwezîr Mistefa el-Kazimî tê xwestin ku reformên rastîn bike, kesên ku bûne sedema kuştina xwepêşandêran werin darizandin, bi gendeliyê ra têkoşîn were dayîn û hilbijartin paqij werin kirin.
AA