Îdiaya ji aliyê rejima Esed ve li Îdlibê bikaranîna sîlaha kîmyewî

Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê got tesbît kirin ku rejima Beşar Esed li bakurê rojavayê Sûriyeyê êrîşên kîmyewî yên teze kirine...

Îdiaya ji aliyê rejima Esed ve li Îdlibê bikaranîna sîlaha kîmyewî

 Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê got tesbît kirin ku rejima Beşar Esed li bakurê rojavayê Sûriyeyê êrîşên kîmyewî yên teze kirine.

Morgan Ortagusa Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê li ser Sûriyeyê da xuyaniyeke nivîskî da û got, "Amerîka bikaranîna sîlahên kîmyewî yên teze jî tev hemû operasyonên rejima Esed ên li bakurê rojavayê Sûriyeyê teqîb dike."

Ortagus wiha pê da çû: "Mixabin di 19ê gulana 2019an da li bakurê rojavayê Sûriyeyê êrîşeke bi xaza klor jî tev em nîşanan dibînin ku rejima Esed dibe ku dîsa dest bi bikaranîna sîlahên bi jehrî bike. Em der barê vê mijarê da agahiyan kom dikin lêbelê rejima Esed heke sîlahên bijehrî bi kar bîne Amerîka û mitefîqên wê ew ê bi lez bersivê bidin, em carekê dîsa hişyariyê didin."

Ortagusê destnîşan kir ku di êrîşa 19ê gulanê da rejima Esed agirbest îxlal kir û li herêma Îdlibê jiyana bi milyonan kesî xiste xetereyê, di êrîşê da bi hezaran kesên ji êrîşên li herêmên din ên Sûriyeyê revîn û xwe sipartin Îdlibê xistin hedef.

Morgan Ortagusê daxuyaniya xwe wiha domand: 

"Dibê êrîşên rejimê yên li ser bakurê rojavayê Sûriyeyê werin sekinandin. Amerîka hişyariya ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di îlona 2018an da dabû dubare dike. Êrîşeke li ser Îdliba herêma kêmkirina rageşiyê ew ê herêmê bêîstiqrar bike û bibe gaveke neyînî. Rûsya îdia dike ku Kumsipî û yên din di van demên dawîn da kampanyayê dimeşînin ku Rûsya û rejima Esed rûreş nîşan bidin, ev îdia ji bo êrîşên sîlahên bijehrî yên Rûsya û rejima Esed veşêrin tên kirin."

Morganê wiha got: "Rastî li holê ne. Li gor encaman Neteweyên Yekbûyî carekê dîsa dît, tevahiya êrîşên bi sîlahên bijehrî bi destê rejima Esed hatine kirin."AA

Dîroka nûkirinê: 22 Gulan 2019, 17:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE