Îdiaya ku Amerîka wê reaktora nukleerê bifroşe Erebistana Siûdî

Rojnameya New York Timesê îdia kir, dilê rêvebiriya Donald Trump heye ku reaktora nukleerê bifroşe Erebistana Siûdî

Îdiaya ku Amerîka wê reaktora nukleerê bifroşe Erebistana Siûdî

Rojnameya New York Timesê îdia kir, dilê rêvebiriya Donald Trump heye ku reaktora nukleerê bifroşe Erebistana Siûdî. Reaktora nukleerê di çêkirina çeka nukleerê da tê xebitandin.

Li gor nûçeya Nicholas Kristofê nivîskarê rojnameyê, Jared Kushnerê serşêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump dema ku Erebistana Siûdî ziyaret kir dibe ku bi Mîrzeyê Welîehd Mihemed Bîn Selman ra li ser bernameya nukleerê ya Siûdî û alîkariya Amerîkayê sekinîbe.

Di nûçeyê da hat gotin ku rêvebiriya Trump dixwaze Koreya Bakur û Îran ji çekên nukleerê safî bibin, lê dibe ku ji bo çeka nukleerê alîkariya Erebistana Siûdî dike û hat îdiakirin ku rêvebiriya Trump plan dike ku reaktora nukleerê bifroşe Erebistana Siûdî. Reaktora nukleerê di çêkirina çeka nukleerê da tê xebitandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 12:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE