Îdiaya li ser karmendên YNKyî yên li Hewlêrê

Hat îdiakirin hêzên ewlehiyê yên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bin serokatiya Mesûd Barzanî de nehiştine ku karmendên alîgirên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya ku li Dîwana Serokatiyê ya li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dixebitin bikevin kargehê. 

Di nûçeyên ku di çapemeniya herêmî ya HKIyê de hat îdiakirin ku hin karmend ji ber ku YNKyî ne nehiştine ku ew bikevin avahiya Dîwana Serokatiyê û ev rewş di parlementoya Iraqê de wek serokomarê nû hilbijartina Berhem Salihê namzedê YNKê re eleqedar e.

Piştî van îdiayan ji Dîwana Serokatiya HKIyê demildest daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hat diyarkirin îdiayên ku hin şaxên çapemeniyê derxistin holê bi temamî bêbingeh in.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 

"Tu karmend rastî astengkirinê nehatin. Em hêvî dikin ku îtibarî van îdiayên bêbingeh ên çapemeniyê yên ku xizmetî tu aliyê nake nekin."

Li Parlementoya Iraqê di hilbijartina serokomariyê ya duh êvarê ya ku ev du hefte ne di navbera PDK û YNKê de berberî li serê hebû de namzedê YNKê Salih 219 deng sitandibûn û bibû serokomarê nû. Namzedê PDKê Fûad Huseyn jî 22 deng sitandibû.

Barzanî di dema hilbijartinê de daxuyaniyeke nivîskî dabû û rêbaza hilbijartina serokomar bi zimanekî tund rexne kiribû û hişyarî dabû ku dê ji niha pê ve helwesteke cuda nîşan bidin.AA

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2018, 09:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE