Hêzên ewlehiyê yên efxanistanê, bi ser dibistana FETO’yê de girt û dest danî ser. Efxanistan dê wê dibistanê dewrî Weqfa Maarîfê ya Tirkiyê bike.
Dibistanên rêxistina terorî FETO’yê yên li derwelêt yek bi yek tên girtin.
Hezên Ewlehiyê yên Efxanistanê li bajarê Heratê, piştî biryara mehkemê avêt ser lîseya FETO’yê.
Endamên FETO’yê xwendekar sor kirin da ku wezîfedaran bisekinînin. Lê dîsa jî wan dest danî ser dibistanê.
Dibistana FETO’yiyan a li bajarê Heratê wê bidin Weqfa Maarîfê. Dîrektorê Wefqa Maarîfê ya Tirkiyê ya li Efxanistanê Muncip Uludağ, li ser daxwaza rêvebirên Efxan çû mektebê.
Li gorî peymana perwerdeyê ya herdu welatan, rêvebirî û berpirsiyariyên dibistanên FETO’yê yên li Efxanistanê wê dewrî weqfê bibe.