Dibistana Weqfa Mearîfê ya li Hewlêrê

Heyeteke ku ji Weqfa Mearîfê ya Tirkiyeyê pêk tê, li bajarê Hewlêrê bi Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Piştîvan Sadiq û Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî ra cuda cuda hevdîtin kir.

Dibistana Weqfa Mearîfê ya li Hewlêrê

Berpirsê Herêma Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur yê Weqfa Mearîfê ya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Mutevellî Dr. Mustafa Goksu diyar kir, armanca wan ew e ku Dibistana Mearîfê ya Navneteweyî ya Hewlêrê him li herêmê baştir were naskirin him jî qasidên dildar perwerde bike.

Heyeteke ku ji Weqfa Mearîfê ya Tirkiyeyê pêk tê, li bajarê Hewlêrê bi Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Piştîvan Sadiq û Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî ra cuda cuda hevdîtin kir.

Goksu piştî hevdîtinan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îro Dibistana Mearîfê ya Navneteweyî ya Hewlêrê bi awayê fermî vedibe.

Goksu bi bîr xist ku weqfê li her derê dinyayê hin dibistanên ku ji FETOyê mane, dewr hildan û destnîşan kir, dibistanên ku nehatine dewrkirin jî ew ê li dijî wan dibistanên alternatîf vekin.

Goksu diyar kir ku Dibistana Mearîfê ya Navneteweyî ya Hewlêrê îsal bi 570 xwendekarî va dest bi perwerdeyê kir û wiha dewam kir: "Armanca me ew e ku Dibistana Mearîfê ya Navneteweyî ya Hewlêrê him li herêmê baştir were naskirin him jî qasidên dildar perwerde bike." 

Goksu got ku di hevdîtina wî û Wezîrê Perwerdeyê Sadiq da jî Wezîr Sadiq xwest ku li vê derê dibistanan xurt bikin û zêdetir dibistanan vekin.

Konsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Hakan Karaçay, Endamê Lijneya Rêvebirinê ya Weqfa Mearîfê ya Tirkiyeyê Yunus Torpîl, Kordînatorê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Ramazan Turgut û Dîrektorê Iraqê Muhammed Emîn Şîmşek û rayedarên din beşdarî hevdîtinan bûn.

Êvarê jî Parlamenterê Diyarbekirê yê AK Partiyê Mehmet Mehdî Eker, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî û rojnameger Kemal Ozturk û Nedîm Şener û hin rojanmegerên din dibistan ziyaret kir. Rayedarên Weqfê der heqê dibistanê da agahî da ziyaretvanan.

Dibistana Mearîfê ya Navneteweyî ya Hewlêrê bi awayê fermî îro vedibe. Rayedarên ku ji Tirkiyeyê çûne, rojnameger û rayedarên herêmî wê beşdarî merasimê bibin.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2018, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE