"Digel Tirkiyeyê derbarê ewlkariyê fikarên me yên hevbeş hene"

"Digel Tirkiyeyê derbarê ewlkariyê fikarên me yên hevbeş hene"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku PKKya rêxistina terorê li herêmê di warê asayiş û aboriyê de pirsgirêkan der dixe.

Barzanî li Hewlêrê beşdarî korbenda bi serenava "Ji bo Rojhialteke Navîn a bi istiqrar, Iraqeke bi îstiqrar" a ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilat Navîn tê li darxistin bû.

Barzanî anî ziman ku têkiliyên wan ên digel Tirkiyeyê firealî ne û wiha got, "Digel Tirkiyeyê em bazirganiyê dikin em cîran in, derbarê ewlkariyê fikarên me yên hevbeş hene. Ev têkilî ji bo herdu aliyan sûdmend e."

Barzanî herwiha got ku PKK li herêmê xwe weke alternatîfeke saziyên qanûnî yên ku xelk wan hildibjêre dibîne.

Barzanî bal kişand ser wê yekê ku PKKê hinek dever dagîr kirine û dibin asteng ku xelkê herêmê biçin cih û warên xwe û wiha pêde çû:

"Ev jî dibe sedema tehdîda ewlekariyê û di heman demê de ji bo me jî dîsan di warê aboriyê de pirsgirêkan der dixin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE