"Dijî dijminê nayê dîtin em şerekî dijwar didin''

Serok Erdogan: ''Civîna Konseya Tirkan wê di têkoşîna me ya dijî şewba vîrusa koronayê da hevkariya me zexim bike ''

"Dijî dijminê nayê dîtin em şerekî dijwar didin''

Serok Erdogan: "Dijî dijminê nayê dîtin em şerekî dijwar didin. Civîna Konseya Tirkan wê di têkoşîna me ya dijî şewba vîrusa koronayê da hevkariya me zexim bike."

"Ji ber şewbê di heman demê da em bi qeyraneke aborî û civakî ya kurewî ra rû bi rû ne."

"Em dixebitin ku ji xeta Bakur-Tiflîs-Qersê ra xêncî barê normal di rojê 3 hezar û 500 ton barê din jî were kişandin."

"Tevdîrên ku em hildidin tesîrê li ser ticareta di navbera me da jî dike. Loma jî di warê gihandin û derbasbûna ji deriyên gumrukan da divê em çareseriyên pratîk hildin ku ev di heman demê da zirarê nedin tenduristiya gel jî."

"Ev demên bi pirsgirêk jî înşallah ew ê di demeke kin da xilas bibin, rojên bi hizûr û ronahî wê pêşwaziya me bikin."

"Ez ji endamên konseyê dixwazim ku di mijarên kotaya belgeyên derbasbûnê, bihayên derbasbûnê û vîzeyên şofêran da rehetiyekê bînin."

"Di çarçoveya nêrîneke serbest, zelal û rêgezan da berdewamiya zincîra tedarîkê ji bo bazirganî û kargoya navneteweyî zehf girîng e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE