Li Efrînê, li deşta cûmê bi taybetî jî gundê basûtê bi hinarên xwe navdar e. Li vê derê welatî ji hinaran dimsê çêdikin.
Hinarên Basûteya gundê Efrînê navdar in.
Welatî gelek hinaran difroşin û qismekî wê jî ji bo dimsê vediqetînin.
Dimsê hinaran yê Deşta Cûmê navdar e.
Hinar tên perçekirin, ava wê tê derxistin û ji bo dimsê tê kelandin.
Ava hinaran nêzî 4 saetan li ser agir dikele.
Welatî danûstendina dimsê hinaran jî dikin.
Hin kes heta 100 û 200 kîlo jî dimsê hinaran çêdikin.