Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku dinya 10 sal e li xûn û xirabiya li Sûriyeyê mêze dike, gelê Sûriyeyê merûzî sûcê herî mezin ê sedsala dawîn dimîne.
Guterres ji bo salvegera 10î ya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku bi tundî midaxeleyî çalakiyên aştiyane yên 10 sal berê dest pê kiribûn kirin û ev vegeriya şerekî navxweyî.
Guterres got ku kirîza li welêt di manşetan da cî nagre lêbelê tevliheviya li welêt dewam dike û wiha pê da çû: "Bi sed hezaran welatiyên Sûriyeyê hatin kuştin. Gelek kesên hejmara wan nayê zanîn girtî ne, êşkenceyê dibînin û di nav tunebûnê da dijîn."
Antonio Guterres destnîşan kir ku dinya 10 sal e li xûn û xirabiya li Sûriyeyê mêze dike û wiha got: "Îmkana wê tune ku xirabbûna li Sûriyeyê tam fehm bikin û gelê Sûriyeyê merûzî sûcê herî mezin ê sedsala dawîn ma."
Guterres wiha axivî: "Mezinbûna wehşetê wijdana merivan dilerizîne û ji bo aştiya berdewamî a Sûriyeyê dibê berpisryar hesab bidin."
Sekreterê Giştî Guterres diyar kir ku nîvê zarokên ji Sûriyeyê rojeke bê şer nedîtin û got, "Kêm û zêde ji sedî 60ê welatiyên Sûriyeyê bi xetereya birçîbûnê ra rû bi rû mane."
Guterres ji bo lihevkirinê bangî Konseya Ewlekariyê ya NYyê kir û got dibê komîteya qanûna bingehîn a ji bo çareserkirina kirîza siyasî pêk bikeve û nûnerên rejimê yên di komîteyê da jî dest bi hevdîtinên qanûna bingehîn bikin.
Sekreter Guterres got cudahiya nêrînê ya di navbera civakên navneteweyî da jî dibê ji rêya dîplomasî û diyalogê were çareserkirin û wiha pê da çû: "Têkçûyîn ê gelê Sûriyeyê ji niha zêdetir mehkûmî bêhêvîtiyê bike û em ê destûrê nedin vê."
Guterres go ji ber ku Konseya Ewlekariyê ya NYyê ya mekanîzmaya ewlehiyê ya halê hazirî çalak nîne ji kirîza li Sûriyeyê ra çareseriyek nayê dîtin.
AA