Dirûna genim dest pê kir

Cotkarên Efrînê dest bi çinîna genim kirin...

Dirûna genim dest pê kir

Li seranserê welêt dema dirûna genim dest pê kir. Li Efrînê jî cotkaran dest bi dirûnê kirin. Li bajêr dema genim tê rakirin zirnevan jî diçin ba cotkaran. Ew li zirneyê dixin cotkar jî genim didin wan.

Bi hatina havînê dema dirûna genim û ceh dest pê dike. Cotkar jî bi bîçer û patozan berê xwe didin zeviyan.

Li Efrînê jî dema paletiyê dest pê kir. Cotkaran amadehiyên xwe temam kirin çûn ser zeviyên genim.

Li Efrînê dema paletiyê dest pê dike zirnevan jî berê xwe didin zeviyan û ji bo cotkaran li zirneyê dixin.

Cotkar jî genim didin zirnevanan û dilê wan xweş dikin.

Îsal hilberîn baş e. Cotkar li hêviyê ne ku fiyeteke baş bistînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE