“divê kesên beşdarî kuştinê bûne werin cizakirin”

Wezîrên Karên Derve yên Emerîka û Kanadayê li ser kuştina Kaşikçi axivîn

“divê kesên beşdarî kuştinê bûne werin cizakirin”

Wezîrên Karên Derve Yên Emerîka û Kanadayê li ser kuştina Kaşikçi axivîn. piştî axaftina telefonê Berdevka Wezareta Karên Derve ya emerîkayê Heather Nauertê got, “wezîran eşkere kir ku divê kesên beşdarî kuştinê bûne werin cizakirin.”

Derbarê axaftinê de Nauertê daxuyaniyeke nivîskî weşand û eşkere kir ku li ser kuştina Kaşikçi sekinîne.

Nauertê di daxuyaniyê de got, “Wezîran eşkere kir ku divê hemû rastiyên kuştina rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi derkevin holê û kesên beşdarî kuştinê bûne werin cizakirin.”

Ji bo Îspanyayê dihate gotin di mijara kuştina Kaşikçi de helwesteke tund nîşan nedaye. Wezîrê Karên Derve yê Îspanyayê Josep Borrell ji bo vê rexneyê got “Îspanya him li ber Erebistana Siûdî stûyê xwe netewandiye him jî têkiliyên xwe yên ticarî parastiye.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2018, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE