"Divê şer bi dawî be û divê em li ser maseya mizakereyê rûnên"

"Divê şer bi dawî be û divê em li ser maseya mizakereyê rûnên"

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy diyar kir ku divê şer bi dawî be û divê ew li ser maseya mizakereyê rûnên.

Zelenskiy di vîdeo peyama xwe ya ku weşand da wiha got, "Divê şer bi dawî be û divê em li ser maseya mizakereyê rûnên. Lê ne ji bo hirsên kambax ên berê, ji bo berjewendiyên gel ên rast û şênber."

Zelenskiy ji ber biryara qedexekirina îtxalata netfa Rûsyayê, spasiya Serokê Amerîkayê Joe Biden kir û ev yek wekî sinyaleke bihêz a ji bo hemû dinyayê tewsîf kir û wiha got, "Ji bo vê biryarê ez şexsen minetdarê Serokê Amerîkayê Biden im. Ji ber vê, sinyaleke bihêz a ji bo hemû dinyayê ye, pir hêsan e: Her qurişeke ku ji Rûsyayê ra tê dayîn wekî top û guleyên difirin, vedigerin bal dewletên din ên serwer."

Zelenskiy bal kişand ku Rûsya gule berdide korîdorên mirovî û rê li korîdoran digire.

Zelenskiy her wisa spasiya Rûsên ku dadikevin kolanan û piştgiriya wan dikin kir û got ku ew ji bo aştiyê şer dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE