Nûnerê Payebilind ê Polîtîkaya Têkiliyên Dereke û Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Alîkarê Serokê Komîsyona YEyê Josep Borrell li Ankarayê ziyaret kirin.
Borrell li ser hesabê xwe yê Twitterê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar etîket kir û der heqê ziyaretên xwe da daxuyanî da.
Borrell diyar kir ku ew û Soylu li ser rewşa sînorê YE-Türkiyeyê sekinîn û wiha dewam kir: "Zext û kirinên yekalî ne çareserî ne. Seba berjewendiya Türkiye û YEyê ji bo ku em karên dijwar ên hevpar çareser bikin, divê em mil bidin hev û bixebitin."
Borrell li ser hevdîtina xwe û Akar jî got ku rewşa însanî ya li Îdlibê pir ciddî ye, ji bo ku tansiyon were xistin û ji bo ceribandinên ewlehî û parastinê divê bi Türkiyeyê ra mizakereyên berfireh werin kirin.
AA