Dizeyî: Divê Heşdî Şabî û PKK ji herêmê derkevin

Berdevkê Rêvebiriya Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyi jî got: “em pkk’ê li vir naxwazin.”

Dizeyî: Divê Heşdî Şabî û PKK ji herêmê derkevin

Piştî ku operasyonên li ser qendîlê zêde bûn, rêxistina terorî PKK’ê berê xwe da kampa Mexmûrê û herêma Şingalê. lê gelê herêmê ji vê yekê aciz e. Berdevkê Rêvebiriya Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyi jî got: “em pkk’ê li vir naxwazin.”

Rêxistina Terorî PKK, ji ber operasyonên serkeftî derbên giran dixwe.

Piştî ku dor lê teng bû berê xwe da kampên Mexmûr û Şingalê. Lê ji sedî 80’yê gelê Şingalê hê jî penaber in û zahmetiyê dikşînin.

Li gel gelê herêmê, rêvebiriya herêma kurdistanê jî ji hebûna PKK’ê aciz e. Berdevkê Hikûmeta Rêvebiriya Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî ji TRT’ê re axivî û got: “PKK û Heşdî Şabî divê ji herêmê derkevin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê Sefin Dizeyî: Him heşdî şabî him jî pkk, divê ji şingal û mexmûrê derkevin. Dema ku ji wir derkevin artêşa iraqê û hêzên pêşmerge dikarin bi hev re ewlehiya wan deran pêk bînin.

Tê îdîakirin serkêşên rêxistina terorî PKK’ê berê xwe daye bakurê İraqê û li herêma Şingalê 12 kampên wan hene.

Dîroka nûkirinê: 17 Mijdar 2018, 18:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE