Di 6ê gulanê de li rûsyayê ji ber arizayekê agir bi balafirê ketibû û 41 kes miribûn. Dîmenên nû yên wê qezayê derketin holê. Li gorî dîmenan balafir cend çaran dixwaze dakeve û herî dawî dûvê wê li erdê dikeve. Piştî wê jî agir digrê.
3 caran ceriband lê kir nekir nebû.
Di cara 4an de dûvê balafirê li erdê ket û agir pêket.
Dîmenên nû yên qezaya balafirê ya li Rûsyayê derketin holê.
Pîlot dixwaze deyne erdê.
Lê dike nake nabe û cardin radibe.
Piştî çend ceribandinan balafir dadikeve ser 2 tekerên xwe yên pêşî û wê demê dûvê wê li erdê dikeve.
Piştî vê jî agir digrê.
Balafira ku modela wê SUKOİ SÜPERJET 100 bû di 6ê gulanê de dema sefera Moskow û Murmanskê dikir bi awayekî lezgîn daketibû balafirgeha Şeremetyevoyê.
Wextê dakwtinê agir bi dûvê balafirê ketibû û ji 78 kesên di balafirê de 41 kes miribûn.