Donald Trump li Qesra Spî fitar da

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rojiya meha Remezanê li Qesra Spî fitar da

Donald Trump li Qesra Spî fitar da

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rojiya meha Remezanê li Qesra Spî fitar da.

Nûnerên dîplomatîk ên welatên Misilman ku li paytext Washingtonê wezîfedar in, beşdarî fitara Qesra Spî bûn. Ji Tirkiyeyê jî Balyozê Washingtonê Serdar Kiliç beşdarî fitarê bû.

Trump beriya fitarê axaftineke kin kir û got ku meha Remezanê ji bo hemû Misilmanan girîng e û têkiliya Misilmanan xurt dike.

Trump wiha axivî: "Ez rojî û Remezana hemû Misilmanên dinyayê pîroz dikim, ji bo min rûmeteke ku Qesra Spî mazûvaniya xwarina vê fitarê dike."

Heta sala 2016an nêzî 20 salî li Qesra Spî fitar dihat dayîn, lê sala ku Trump dest bi wezîfeyê kir, ew sal fitar nehat dayîn. Trump wek serok fitara ewil par dabû.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Gulan 2019, 11:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE