Donald Trumpê Serokê Amerîkayê bi Kovîd-19ê ket

Trump di daxuyaniya xwe da wiha got: "Îşev testa Kovîd-19ê ya min û Fîrst Ladyyê pozîtîf derket. Em ê demildest dest bi pêvajoya karatînayê û başbûnê bikin. Em ê bi hev ra ji vê pêvajoyê xilas bibin."

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê bi Kovîd-19ê ket

Donald Trumpê Serokê Amerîkayê diyar kir ku testa vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ya wî û Melanîa Trumpa jina wî pozîtîf derket.

Trumpê Serokê Amerîkayê li ser Twitterê diyar kir ku bi Kovîd-19ê ketiye.

Trump di daxuyaniya xwe da wiha got: "Îşev testa Kovîd-19ê ya min û Fîrst Ladyyê pozîtîf derket. Em ê demildest dest bi pêvajoya karatînayê û başbûnê bikin. Em ê bi hev ra ji vê pêvajoyê xilas bibin."

Ji Qesra Sipî daxuyaniya "rewşa tenduristiya Serok rind e"

Wekî mayîn di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Sipî da jî Sean Conleyê doxtorê Trump der barê testan da daxuyaniya fermî da.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku testa Trump û Melanîa Trumpa jina wî pozîtîf derket û wiha hat gotin: "Nika rewşa Serok jî Fîrst Ladyyê jî rind e, ew ê di pêvajoya rindbûnê da li Qesra Sipî bimînin."

Demek berê testa Hope Hîcksa şêwirmenda Trump pozîtîf derketibû, Trump destnîşan kiribû ku ew û xanima xwe wê têkevin karantînayê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE