Dorianê zirarek mezin da Bahamayan

Ji ber afata bahozê 43 kesan jiyana xwe ji dest da...

Dorianê zirarek mezin da Bahamayan

Tofana Doryanê zirareke mezin da bahamayan, her der wêran kir. Tê gotin; tofana herî mezin a salên dawî ye. Heta niha 43 kesan jiyana xwe ji dest da. Serokê emerîkayê donald trump got ew ê alîkariya bahamayan bikin.

Ji ber Tofana Doryanê li Bahamayan afatek mezin qewimî.

Tofana ku bi hêza di asta 5emîn de li herêmê xist, her der xirab kir; kevir li ser kevir nehîşt.

Li herêmê her der wêran bû. Xebatên xilaskirinê hêj dewam dikin.

Di roja 5emîn a xebatan de hejmara miriyan 43 ye. Bi sedan kes jî nayên dîtin.

Rayedar ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.

Serokê Emerîkayê Donald Trump ji bo piştgiriyê peyamek weşand û got ; “em bi we re ne”.

Trump vîdeoyek li ser medyaya civakî parve kir û behsa zirara tofana li Bahamayan kir.

Diyar kir ku Emerîka dê alîkariya herêmê bike.

Hêza tofanê daket asta yekemîn û niha jî ji Rojhilatê Emerîkayê ber bi Bakurê ve diçe.

Ji ber tofanê heta niha 43 kesna jiyana xwe ji dest da.

Piştî tofanê, li parêzgeha Karolayna Bakur vê carê jî baranê dest pê kir. Metirsî heye ku bi sedan kes di malên xwe de ase bimînin.

Dîroka nûkirinê: 07 îlon 2019, 18:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE