Di 11.Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê da rûniştina dozê pêk hat. 26 gumanbarên ku derheqê wan de biryara girtinê heye beşdarî rûniştinê nebûn.
Hin parêzerên ku ji hêla baroya Stenbolê ve hatine wezîfedarkirin wek nûnerên gumanbaran tevlî runiştinê bûn. Destgirtiya Kaşikçi Hatice Cengiz bi parêzerê xwe re li dadgehê bû.
Heyeta Dadgehê di runiştinê da biryara sekinandina dosyeyê da. Heyetê bi biryarê doz, dewr li meqamên edlî yên Siûdê Erebîstanê kir.