Du kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da birîndar bûbûn mirin

Du kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da birîndar bûbûn mirin

Du Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê da birîndar bûbûn, li nexweşxaneyên ku dihatin dermankirin mirin.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên tenduristiyê hat wergirtin, ji bajarokê Huzaa yê li rojhilatê Xan Yûnisê Eşref Ebû Rîde, ji bajarokê Beyt Henûnê jî Mehmûd Ebû Cerad ku di êrîşên Îsraîlê yên berî agirbestê da birîndar bûbûn, li nexweşxaneyên ku dihatin dermankirin mirin.

Ji aliyekî din va ekîbên parastina sivîlan, di encama xebatên rakirina kavilan ên li rojhilatê Xan Yûnisê da cesedên 4 kesên ku di êrîşan da hatin kuştin derxistin. Ji bo kesên ku ji bin kavil hatin derxistin, merasima cinazeyê hat kirin.

- Bi reqamên dawîn hejmara kesên hatin kuştin derket 253yan

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiya Filistînê ya li Xezeyê da hat diyarkirin, bi reqamên dawîn hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin derket 253yan ku 66 ji van zarok û 39 jê jî jin in.

Êrîşên ku Îsraîlê li dijî Xeta Xezeyê 10ê Gulanê dabûn destpêkirin, di çarçoveya agirbesta digel Hemasê 21ê Gulanê bi dema herêmî saet 02.00yan bi dawî bûbû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE