Du pîlotên firokeya Îsraîlê ya ketibû mirin

Du pîlotên firokeya Îsraîlê ya ketibû mirin

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku di dema firîna perwerdeyê da firokeya eskerî ket xwarê, miretebatekî firokeyê hat xilaskirin, 2 pîlot jî mirin.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat destnîşankirin ku êvara roja duşemê li perava Heyfayê firokeyeke eskerî ya Îsraîlê bi 2 pîlot û meretebatekî va ket xwarê.

Piştî xebatên lêgerîn û xilaskiriyê yên Ewlekariya Peravê û Hêzên Hewayê miretebat hat xilaskirin û herdu pîlot jî mirin.

Hat ragihandin ku firîna firokeyên "Eurocopter AS565" ên jê ra dibêjin "Barçêmk" ên artêşa Îsraîlê hat sekinandin û der barê tesdîqkirinê da lêpirsîn dan destpêkirin.

Rayedarên artêşê daxuyanî dan çapemeniya herêmî û gotin ku firoke di encama êrîşê da neketiye, ji ber arizeya teknîkî ketiye.

Di dîmenên li ser medyaya civakî tê da tê dîtin ku xebatên lêgerînê dewam dikin û fîşengên şevê diavêjin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE