DYA dê weke "mitefiqê giring yê ne endamê NATOyê" qebûl bike

DYA dê weke "mitefiqê giring yê ne endamê NATOyê" qebûl bike

Serokê DYAyê Joe Biden anî ziman ku derbarê daxilkirina Qeterê ji bo statuya "mitefiqê giring yê ne endamê NATOyê" agahî daye Kongresê.

Biden li Ofîsa Oval beriya hevdîtina dualî ya digel Mîrê Qeterê Şêx Temîm bi Hemed Al Sanî daxuyanî da rojnamevanan.

Biden destnîşan kir ku di navbera Qeter û DYAyê de hevkariyeke 50 salane heye û tekezî li wê yekê kir ku Qeter mazûmvaniya bi 10 hezaran Efxanî dike û di mijara Xezze û Filistînê de jî rolên giring dilîze.

Serokê DYAyê Biden anî ziman ku derbarê daxilkirina Qeterê ji bo statuya "mitefiqê giring yê ne endamê NATOyê" agahî daye Kongresê û got, "Ev nîşaneya wê yekê ku têkiliyên me çiqas giring in, dema vê yekê hatiye û derbas jî bûye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE