DYA hejmara eskerên xwe yên Iraq û Efxanistanê dadixîne

DYA hejmara eskerên xwe yên Iraqê dadixîne 2 hezaran û yên li Efxanistanê jî dadixîne 4 hezaran

DYA hejmara eskerên xwe yên Iraq û Efxanistanê dadixîne

 Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku dê di demeke kurt de DYA hejmara eskerên xwe yên Iraqê daxîne 2 hezaran û yên li Efxanistanê jî daxîne 4 hezaran.

Trump di civîna çapemeniyê ya ku li Qesra Spî li dar xist de got, "Ez bi kêfxweşî radigihînim ku Wezîrê Karê Derve Mike Pompeo ji bo destpêka mizakereyên aşitiyê yên ku dê di navbera aliyên Efxan de bên kirin de, diçe Dohaya paytexta Qeterê."

Trump destnîşan kir ku pêvajoya vekişandina eskerên DYAyê ji Efxanistanê destpê kiriye û got, "Ji destpêka meha sibatê vir ve demeke direj li Efxanistanê kes nehatiye kuştin. Me li vêderê serkeftineke baş bi dest xist. Di demeke kurt de jî emê hejmara eskerên xwe yên Iraqê daxînin 2 hezaran û yên li Efxanistanê jî daxînin 4 hezaran."

Trump anî ziman ku bi mebesta parastina neftê hejmareke hindik esker li Sûriyeyê hiştine û got, "Nuha eskerên me neftê diparêzin. Em Kurdan diparêzin. Em jiyana wan baştir dikin, çimkî li wêderê neft heye."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE