Ebdulmehdî îstifaya xwe pêşkêşî Meclisê kir

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi awayekî fermî îstifaya xwe pêşkêşî Meclisê kir.

Ebdulmehdî îstifaya xwe pêşkêşî Meclisê kir

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi awayekî fermî îstifaya xwe pêşkêşî Meclisê kir.

Li gorî agahiya ku ji rayedarekî ji Meclisa Iraqê hat wergirtin, daxwaznameya îstifayê ku ji hêla Abdulmehdî hat îmzekirin, gihîşt Meclisê.

Rayedar herwiha diyar kir ku ji bo gotûbêjkirina daxwaza îstifayê ya Ebdulmehdî û bûyerên tundiyê yên li Zîqarê, tê pêşbînîkirin ku Meclis dê sibê kom bibe.

Ebdulmehdî duh daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû û tê da diyar kiribû ku ew, guh dide bangewaziya merciê dînî yê Şîeyan Elî es-Sîstanî ya "divê welêt kaşî nava koasê nebe" û lewma jî ew ê daxwaznameya fermî ya îstifakirina ji seroktiya hikûmetê, bişîne Meclisê.

Li Iraqê li çendîn herêman ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê xwepêşandan tên lidarxistin û di van xwepêşandanên ku 1ê cotmehê dest pê kirin da heta niha ji 350î zêdetir kes hatin kuştin, ji 15 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûn.

Li Iraqê di xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li parêzgehên Zîqar û Necefê da di encama midaxaleya hêzên ewlekariyê da duh 8 kes hatibûn kuştin, 43 kes jî birîndar bûbûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE