Ebdurehîm Emîrê xaziyê êrîşa Blackwaterê: "Efûkirina kujeran rûreşî ye"

Ebdurehîm Emîrê xaziyê êrîşa Blackwaterê: "Efûkirina kujeran rûreşî ye"

 Donald Trumpê Serokê Amerîkayê 4 eskerên peretî yên Balckwatera saziya ewlekariyê ya ku di sala 2007an da li Bexdaya paytextê Iraqê sivîl kuştibûn efû kir, li ser vê eqrebeyên kesên di bûyerê da hatibûn kuştin û birîndarkirin bertek nîşan dan.

Bûyer di sala 2007an da li Meydana Nusurê ya li Bexdayê qewimîbû û Ebdurehîm Emîrê di cinayetê da lingê wî yê çepê qetiyabû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û qala tiştên di 16ê îlona 2007an da hatin serî kir.

Emîr Emir diyar kir ku 3 gule li lingê wî ketin û seqet ma û wiha axivî: "Ji bo herim malê li minîbêsê siwar bibûm û em li Meydana Nusurê bûn. Wê çaxê gule berî wesayîtên li trafîkê dan."

- "Bûyerê ji 40 deqîqeyî zêdetir dewam kir"

Emîr destnîşan kir ku bûyerê ji 40 deqîqeyî zêdetir dewam kir, helwesta hikûmeta Nurî Malîkî ya heyamê rexne kir û got, "Helwesta hikûmetê wekî ya merivê li serê wê têkçûyî bû û merivan jê şerm dikir."

Emîr axaftina xwe wiha domand:

"Kêmzêde saetek şûnda ambulans hatin dewsa cinayetê û em rakirin nexweşxaneyê. Çend roj şûnda di xeberên çapemeniyê da em pê hesiyan ku kê êrîş kiriye. Ji bo vê cinayetê sedemeke ku merivan qanî bike tunebû. Wê çaxê hat îdiakirin ku li nêzî herêmê êrîşî konvoya eskerî ya Amerîkayê kirine û bûyera Nusurê jî rastî wê demê hatiye. Hemû mirî û birîndar sivîl bûn. Piştî demeke dirêj li nexweşxaneyan man û paşê heyeta lêkolînê ya Amerîkayê hat û serî li îfadeyên me xist. Ji bo vê em birin Amerîkayê. Bi kordinasyona Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê ji bo dermankirinê em şandin Tirkiyeyê."

- Biryara Trump

Emîr got biryara Trump ya efîkirina êrîşkarên ji Blackwaterê rûreşî ye û wiha axivî:

"Biryara efûyê em şaş û metel nehîştin. Tump di heyama îqtidara xwe da hewl da ku li her alî tevliheviyê çêke û Qudis firot. Ez ji biryarê aciz bûm. Ji nîvê dinyayê zêdetir kes bi me ra bûn. Bûyera hat serê me trajedî bû. Li ber çavên min doxtoreke jin bi kurê xwe ra hat kuştin. Jinikê hewl dida ku kurê xwe ji erdê rake û hat kuştin. Bûyer hê li ser min bandora xwe nîşan dide. Ji ber bomberanê û yekî ez ji erdê ra kişandim hê aliyê çepê yê serê min diêşe. Em ê dev ji vê mijarê bernedim. Piştî ku Joe Bîden hat ser weîzfeyê jî ez ê serî li darazê bixim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE