Ednan Zurfî bo pêkanîna kabîneya nû ya Irakê hat wezÎfedarkirin

Berhem Salihê Serokkomarê Irakê wezîfeya avakirina hikûmeta nû da Ednan Zurfiyê Waliyê Necefê yê berê

Ednan Zurfî bo pêkanîna kabîneya nû ya Irakê hat wezÎfedarkirin

Berhem Salihê Serokkomarê Irakê wezîfeya avakirina hikûmeta nû da Ednan Zurfiyê Waliyê Necefê yê berê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokkomariya Irakê da hat diyarkirin ku Salihê Serokomar li Qesra Serokomariyê Ednan Zurfiyê Parlamenterê Meclisa Irakê û Waliyê Necefê yê berê qebûl kir.

Salih wezîfeya avakirina hikûmeta nû da Zurfî.

- Zurfiyê Waliyê Necefê yê berê kî ye?

Zurfiyê Serokê Koma Koalosyona Nasir a di seroktiya Heyder Ebadiyê Serokwezîrê berê da di 2004-2005, 2009-2013 û herî dawîn jî di 2013-2015an da 3 heyama Walîtiya Necefê kiribû.

Zurfiyê li Necefê hatiye dinyayê xêncî welatîbûna Irakê di heman demê da welatiyê Amerîkayê ye jî.

Li gor qanûna bingehîn a Irakê dibê Zurfî di nav 30 rojî da hikûmetê ava bike.

Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê ji ber çalakiyên dijî hikûmetê di 29ê mijdara 2019an da dev ji wezîfeyê berdabû.

AA

Dîroka nûkirinê: 25 Adar 2020, 02:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE