Efrînî bi rehetî îbadetên xwe dikin

Efrînî êdî bêtirs diçin mizgeftan û rojiya xwe digirin

Efrînî bi rehetî îbadetên xwe dikin

Pıştî operasyona Şaxa Zeytûnê zilm û zordariya rêxistina terorî li ser misilmanên Efrînê rabû. Şêniyê Efrînê êdî bi rehetî rojiya xwe digre û diçe terawîhan.

Rêxistina terorî YPG/PKKê li Efrînê, miemeleya terorîstên DEAŞê li Misilmanan dikir.

Miletê Efrînê ji tirsa rêxistina terorî nikaribû biçe mizgeftan.

Weqfa Diyanetê piştî Operasyona Şaxa Zeytûnê 40 mizgeft temîr kirin.

Niha li çar aliyên Efrînê meha bimbarek bi aramî û bereket derbas dibe.

Weqfa Diyanetê li gor kevneşopiya remezanê li gund û bajarokan bernameyên fitarê li dar dixe.

Li Racoyê 300 kesan li ser sifreya biratiyê rojiya xwe vekir. Leşkerên Tirk hem bajêr diparêzin hem jî bi xwişk û birayên xwe yên Efrînî ve difitirin.

Bi xebatên Tirkiyê li herêma Efrînê tu zext li ser misilmanan neman.

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE