"Eger hewce bike em ê jimara ÎHA'ya zêde bikin

Serok Erdogan li ser mijara ÎHAyên ku ji Qibrîsê ra hatibûn şandin wiha axivî: "Eger hewce bike em ê jimara wan zêde bikin. Li gor hewcedariyê dibe ku hemû tişt her gav biguhere."

"Eger hewce bike em ê jimara ÎHA'ya zêde bikin

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Dewletên Rojavayê yên dewlemend û pêşketî di qeyrana penaberan da têk çûn. Hin dewletên Ereban yên dewlemend jî di heman rewşê da ne."

Erdogan li Cenevreyê ku ji bona beşdarî Foruma Penaberan ya Gerdûnî ya 1emîn bibe çûbû pirsên rojnamevanan bersivand.

Serok Erdogan destnîşan kir dewletên Rojavayê yên dewlemend û pêşketî di qeyrana penaberan da têk çûn û got ku hin dewletên Ereban yên dewlemend jî di heman rewşê da ne.

Erdogan diyar kir pirsgirêkên gerdûnî tenê bi hevkarî û alîkariyên gerdûnî çareser dibin û got ku heger dinya ji pirsgirêka penaberan bireve ev pirsgirêk ji holê ranabe.

Serok Erdogan der barê xebatên li Sûriyeyê ji bona Herêma Ewle tên kirin da wiha axivî: "Heke em di vê mijarê da bi ser bikevin dê wek mînakekê bikeve dîrokê. Dê bibêjin 'Tirkiyeyê bajarên penebaran ava kirin.' Ev gelekî girîng e. Welatên li dinyayê yên ku xwe biprestîj qebûl dikin jî di nav da tu welatî negot 'Em jî hene, em ê alîkariya we bikin.' Em hê jî li hêviya dengekî ne."

Erdogan li ser pirsa der barê avakirina partiyên nû da wiha got: "Berê jî çêbûn. Heta dikaribûn komê jî ava bikin. Ez bipirsim wê navê çend kesan bê bîra we?"

Serok Erdogan li ser mijara ÎHAyên ku ji Qibrîsê ra hatibûn şandin wiha axivî: "Eger hewce bike em ê jimara wan zêde bikin. Li gor hewcedariyê dibe ku hemû tişt her gav biguhere."

Erdogan li ser pirsa der barê pêwendiyên Tirkiye û Libyayê da wiha got: "Em ê lezê bidin pêvajoya di navbera Tirkiye û Libyayê da. Me gote wan ku hewcehiya wan çi dibe bila bibe em her dem ji bo alîkariyê amade ne."

Serok Erdogan ji bona îdiayên ku Bankeya Ziraetê wê bibe şirîkê Simît Sarayiyê jî wiha peyivî: "Wexta min bihîst ez li midûrê me yê giştî geriyam. Midûrê me yê giştî got 'Demekê tiştekî wiha hat rojevê, lê em niha tiştekî wiha nafikirin.' Jixwe ev Bankeya Ziraetê nîne, şirketa sermayeya hilberînê ya Bankeya Ziraetê ye. Ev mesele niha wiha ye."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Kanûn 2019, 17:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE