Eliyev: "Wexta me tune ku 30 salên din jî li bendê bisekinin"

Eliyev daxuyanî da televizyona El Cezîreyê û operasyona artêşa Azerbeycanê ji bo erdê xwe ji dagiriyê xilas bike da destpêkirin nirxand.

Eliyev: "Wexta me tune ku 30 salên din jî li bendê bisekinin"

 Îlham Eliyevê Serokomarê Azerbeycanê got, "Halê me tune ku em guh bidin beyanatên wekî 'bisekinin, em ê bixebitin, mizakereyan bimeşînin, alîkariyê bidin'. Me gelek caran heman gotin bihîstin. Halê me tune ku 30 salên din jî li bendê bisekinin. Pirsgirêk dibê niha were çareserkirin."

Eliyev daxuyanî da televizyona El Cezîreyê û operasyona artêşa Azerbeycanê ji bo erdê xwe ji dagiriyê xilas bike da destpêkirin nirxand.

Eliyev bal kişan ku sedema çaresernebûna pisgirêka Qerebaxa Çiya Ermenistan e, lewra ji bo aştiyê tevnegere, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî 4 caran biryar da ku Ermenistan dev ji dagiriyê berde lêbelê rêveberiya Rewanê guh neda biryaran.

Eliyev diyar kir ku Koma Mînskê ya AGÎTê ya ku pêvajoya çareseriyê didomîne di 28 salan da tu encamek bi dest nexist û wiha pê da çû: "Halê me tune ku em guh bidin beyanatên wekî 'bisekinin, em ê bixebitin, mizakereyan bimeşînin, alîkariyê bidin'. Me gelek caran heman gotin bihîstin. Halê me tune ku 30 salên din jî li bendê bisekinin. Pirsgirêk dibê niha were çareserkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE