Rêvebirê Payebilind ê Tesla û SpaceXê Elon Musk şirketa medyaya civakî Twîtterê bi qasî 44 milyar dolarî kirî.
Twîtterê daxuyand peyman hat çêkirin ku serê hiseya şirikatiyê bi 54,2 dolaran şirket bê firotan, piştî kar û bar temam bûn Twîtterê bibe şirketeke taybet.
Di daxuyaniyê da fikrên Musk jî hatin parvekirin û Musk wiha got: "Azadiya gotinê kevirê bingehîn a demokrasiyê ye. Twîtter meydaneke şaristaniyê ya dijîtal a ku mijarên ji bo dahatûya mirovahiyê girîng e lê tê nirxandin e."
Musk got ew dixwaze Twîtterê ji niha baştir bike, potansiyeleke Twîtterê ya xurt heye û ji bo ku ew vê derxe meydanê bi çar çavan bendê ye ku bi şirket û bikarhênerên Twîtterê ra bixebite.
Beriya vê Musk li Twîtterê ji sedî 9,2 par kirîbû û di 14ê nîsanê da jî teklîf dabû ku serê parê 54,2 dolar pere bide.
AA