Elon Musk daxuyand ewê qedexeya bikaranîna Twîtterê ya Trump betal bike

Elon Musk daxuyand ewê qedexeya bikaranîna Twîtterê ya Trump betal bike

Rêvebirê Payebilind ê Tesla û SpaceXê Elon Muskê ku şirketa medyaya civakî Twîtterê kirî daxuyand ewê qedexeya bikaranîna Twîtterê ya Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump betal bike.

Musk di çalakiya bi navê "Future of the Car (Dahatûya Wesayîtê)" ya ji hêla Financial Timesê va hat lidarxistin da axivî.

Elon Musk behsa qedexeya bikaranîna Twîtterê ya Donald Trump jî kir û wiha axivî: "Ev ji hêla exlaqê va biryareke xirab û ehmeqî bû. Qedexekirina Donald Trump ne rast bû, ev xetayek bû."

Musk got piştî ku ew Twîtterê hilde ew ê qedexeya ji bo Trump betal bike.

- Trump gotibû ewê venegere Twîtterê

Di 6ê Çileya Paşîn a 2021ê da li ser Kongreyê da hatibû girtin û piştî vê hesabên medyaya civakî yên Trump yên wekî Twitter û Facebookê bi hinceta "liserdagirtinê teşwîq dike" hatibûn girtin. Ev biryar ji ber îdiaya rê li ber azadiya fikran digire gelekî hatibû rexnekirin.

Lijneya Rêvebiriya Twîtterê daxuyandibû ku Musk teklîfa kirînê ya 44 milyar dolarî qebûl kiriye.

Trump kirîna Twîtterê ya ji hêla Elon Musk va baş nirxandibû, lê gotibû ewê venegere Twîtterê û wê platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socîalê bi kar bîne.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE