Elon Musk peymana kirîna Twitterê fesix kir

Muskê ku pêştir ji sedî 9,2 hîseyên Twitterê kirîbû, 14ê nîsanê ji SECê re ragihandibû, ji temamê Twitterê serê hîseyê 54,2 dolar teklîf dabû.

Elon Musk peymana kirîna Twitterê fesix kir

Rêveberê Asta Bilind ê Tesla û SpaceXê Elon Musk "peymana kirîna Twittera şirketa medyaya civakî bi 44 miyar dolarî", fesix kir.

Li gorî zanyarîdayinên Komîsyona Nirxên Menqûl û Borsayê (SEC) ya DYAyê, Musk îhlalên gelek hukmên peymanê weke sedem nîşan da û bi awayekî fermî bi nameyekê fesix kir.

Elon Muskê ku pêştir ji sedî 9,2 hîseyên Twitterê kirîbû, 14ê nîsanê ji SECê re ragihandibû, ji temamê Twitterê serê hîseyê 54,2 dolar teklîf dabû.

Twitterê 25ê nîsanê daxuyandibû peymana ku şirket firotine Musk hatiye pêkanîn.

Musk 13ê gulanê ragihandibû peymana kirîna Twitterê bi nêzîka 44 milyar dolarî, bi awayekî demkî sekinandiye.

Elon Musk di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de anîbû ziman ku "ji ber ku li bendê ne hûrgiliyên hesabkirina hesabên spam û saxte ku tê gotin kêmtir ji sedî 5ê bikarhênerên giştî pêk tînin" peymana Twitterê bi awayekî demkî hatiye ragirtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE