"Em bi Tirkiyeyê re di gelek mijaran de bi hev re dixebitin"

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Jiîm Mattis: got, "Em bi Tirkiyeyê re di gelek mijaran de bi hev re dixebitin. Me mizakereyên gelekî dilsoz kirin. Rewşa li Minbicê jî di nav de em li ser mijarên li pêşiya xwe dixebitin"

"Em bi Tirkiyeyê re di gelek mijaran de bi hev re dixebitin"

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Jim Mattis got ku bi Tirkiyeyê re Minbîc jî di nav de di gelek mijaran de ji nêz ve dixebitin û pêbawer in ku dewriyeyên hevpar ên li vê bajarê dê di demek nêz de destpê bikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mattis li Pentagonê bi Sererkanê Amerîkayê Orgeneral Joseph Dunford re civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Mattis di bersiva ku da pirsekî li ser Tirkiyeyê de qal kir ku bi Enqereyê re di gelek mijaran de ji nêz ve dixebitin û wiha axivî:

"Em bi Tirkiyeyê re di gelek mijaran de bi hev re dixebitin. Ez bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê re duh bi telefonê axivîm. Me mizakereyên gelekî dilsoz kirin. Rewşa li Minbicê jî di nav de em li ser mijarên li pêşiya xwe dixebitin. Ekîpmanên perwerdeyê gihaştin Enqereyê. Em nêzî pêvajoya ku dê em ê (bi aliyê Tirkiyeyê re) dewriyeyên bi hev re bikin dibin. Em ê di demek nêz de van dewriyeyan bi hev re bikin, em ji vê bawer in. Em di mijarên wiha de bi Tirkiyeyê re xebatên xwe didomînin."

Mattis di heman civînê de der barê ku Tirkiye ji Rûsyayê pergalên fuzeyê yên Berevaniyê yên S-400î distîne de got ku "Biryara di vê mijarê de ya Tirkiyeyê ye û sitandina van pergalên fuzeyan wan dixin nav fikaran."

Sererkanê Amerîkayê Dunford jî qal kir ji bo ku dewriyeyên hevpar demek nêz de destpê bikin amadehî didomin.

Dunford der barê pirsekî li ser gelo dê hêmanên YPG/PKKya rêxistina terorê kengî bi temamî ji Minbicê derkevin de jî got ku "Piraniya hêmanên YPGê derbasî rojhilatê Feratê bûn. Li Minbicê kêm mensûbên YPGê man. Li Minbicê eslê wan çi dibe bila bibe heta ku ewlehî û rêveberî bi destê Minbiciyan ve bê pêkanîn em ê kontrolên ewlehiyê (yên kesên eleqedar) bidomînin."

 

 

 

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Tebax 2018, 09:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE