"Em biryardar in ku li hemû dinyayê dek û dolabên FETOyê derxin meydanê"

Serok Erdogan got, "Vê rêxistinê di şeva 15ê Tîrmehê da 251 merivên me şehîd kirin, 2 hezar û 193 welatiyên me jî birîndar kirin. Em biryardar in ku li hemû dinyayê dek û dolabên FETOyê derxin meydanê"

"Em biryardar in ku li hemû dinyayê dek û dolabên FETOyê derxin meydanê"

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku beşdarî hevdîtinên Lijneya Giştî ya 74emîn a Neteweyên Yekbûyî li New Yorka bajarê Amerîkayê ye û li Otela Mandarin Orientalê beşdarî bernameya "Xwarina Kevneşop a Weqfa TURKENê" bû, tê da axivî.

Erdogan got, "Weqfa me bi xebatên xwe yên perwerdeyê û bi projeyên xwe va me serbilind dike. Ez her birayekî xwe yê ku keda wî di vê serkeftinê da heye, her xêrxwazekî me pîroz dikim, dibêjim 'Xwedê ji wan razî be'. Înşeallah di pêvajoya pêş me da ez bawer dikim ku TURKEN wê serkeftinên xwe zêdetir bike."

Erdogan ji ciwanan xwest ku bê bi ezm û xîret xebatên xwe bidomînin û wiha dewam kir:

"Weke hûn dizanin li vî welatî ji berê va gelek lobiyên ku dijî welatê me fealiyetan dikin, hene. Em hemû dizanin ku xayînên FETOyê jî dixwaze têkiliyên navbera herdu welatan jehrî bike û di heman demê da di nav misilmanan da fitneyê derxe. Ji bo vê jî hewildaneke mezin dide. Vê rêxistinê di şeva 15ê Tîrmehê da 251 merivên me şehîd kirin, 2 hezar û 193 welatiyên me jî birîndar kirin. Em biryardar in ku li hemû dinyayê dek û dolabên vê rêxistinê derxin meydanê. Şarlatanê li Pensîlvanyayê di serî da em ê li ber darazê ji hemû kujeran û kesên dane kirin hesabê kirinên wan bipirsin. Ji bo ku serkirdeyê rêxistinê û terorîstên din îadeyî welatê me bikin Wezaretên me yên Edalet û Karên Derva li Amerîkayê dîplomasiyê didomînin. Ez ji we jî dixwazim ku ji bo vê rêxistinê baldar bin û li her platformê rûyê rastîn ê nemerdên FETOyê bibêjin."

Erdogan diyar kir, ji milyon û nîvî zêdetir kes li Stenbolê beşdarî TEKNOFESTê bûn û TEKNOFEST li dinyayê 1 nimre ye û wiha dewam kir, "Heke meriv bixwaze dibe, meriv xîret bike, dikare bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE