"Em dê rojane hilberîna neftê derxînin 13 milyon warêlî"

Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî dubare kir ku dê rojane hilberîna neftê derxînin 13 milyon warêlî

arşîv
"Em dê rojane hilberîna neftê derxînin 13 milyon warêlî"

Mihemed Bîn Selmanê Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî dubare kir ku dê rojane hilberîna neftê ya welatê xwe derxînin 13 milyon warêlî. 

Prensê Welîehd Bîn Selman di vekirina "Lûtkeya Pêşketin ê Ewlehiyê ya Cîdeyê" ya ku bi beşdariya Joe Bîden û serokên 9 welatên Ereb hat lidarxistin da axivî. 

Bîn Selman di axaftina xwe da diyar kir ku dinya bi gelek dijwariyan ra rû bi rû maye û got ku "Em hêvî dikin ku lûtke xizmetî berjewendiyên me yên hevpar bike, ji bo ku li herêmê ewlehî û pêşketinê tesîs bike hevkariya stratejîk a di navbera welatên me û Amerîkayê da xurt bike û ji bo hevkariyên nû rê veke."

Bîn Selman da zanîn ku di têkoşîna dijî zehmetiyên gerdûnî da divê hewlên navneteweyî bên zêdekirin ê got ku Erebistana Siûdî wekî ku berê îlan kir dê hilberîna neftê ya rojane derxîne 13 milyon warêlî û ji xeynî vê dê kapasîteya wan tunebe. 

Prensê Welîehd der barê plana rojane hilberîna 13 milyon warêl nefê da teqwîmek eşkere nekir lêbelê Ebdulezîz bîn Selmanê Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî di daxuyaniya xwe ya gulanê da ji bo vê hedefê serê sala 2027an nîşan dabû. Wezîrê Vejenê yê Siûdî dabû zanîn ku di wê maweyê da hedef dikin ku hilberîna neftê ji milyonek warêlê zêde bikin û derxînin 13 milyon warêlî. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE