"Em di pey çekên nukleer de nîn in"

Cewad Zerîf: "Biryara bi hejmara 2231ê xwestekê jî Îranê dike, mena Îranê nake. Di vê biryarê de tê destnîşankirin ku pêdivê ti planek ku derbarê mûşeka balîstîjî potansiyela çeka nukleer di xwe de bigire cîbicî nebe"

"Em di pey çekên nukleer de nîn in"

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, piştî daxuyaniyên DYA û Fransayê destnîşan kir ku bernameya mûşeka balîstîkî ya Îranê ne ji bo çekên nukleerê ye.

Zerîf li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û rexne li gotinên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê DYAyê Donald Trump yên derbarê bernameya mûşeka balîstîkî girt.

Wezîr Zerîf got ku DYA bi veqetîna xwe ji peymana nukleerê biryara bi hejmara 2231 ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) binpê kir, herwiha hevpeymanên wê jî naveroka derbarê normalîzebûna têkiliyên aborî yên bi Îranê re binpê kirin.

Zerîf rexne li nirxandina Wezîrê Karê Derve yê DYAyê Mike Pompeo ya derbarê biryara bi hejmara 2231 ya Îranê girt û got, "Bi berevajiya îdiaya Pompeo biryara bi hejmara 2231ê xwestekê jî Îranê dike, mena Îranê nake. Di vê biryarê de tê destnîşankirin ku pêdivê ti planek ku derbarê mûşeka balîstîjî potansiyela çeka nukleer di xwe de bigire cîbicî nebe. Mûşekên me ji bo çekên nukleerê nehatine danan, em di pey çekên nukleer de nîn in."

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Hezîran 2019, 11:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE