"Em dixwazin ligel welatên cîran peywendiyên hevseng daynin"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew dixwazin li ser bingeha aştiyê ligel welatên cîran peywendiyên hevseng daynin.

"Em dixwazin ligel welatên cîran peywendiyên hevseng daynin"

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew dixwazin li ser bingeha aştiyê ligel welatên cîran peywendiyên hevseng daynin.

Barzaniyê ku bi minasebeta 100 rojiya kabîneya hikûmeta herêmê, di têlevîzyonê da xîtabî gel kir, li ser peywendiyên Bexdad-Hewlêrê û qederek mijarên din, nêrîn û ramanên xwe anî ziman.

Barzanî bal kişand ku li Iraqê hebûna aramî û îstiqrarê, di berjewendiya Herêma Kurdistanê da ye jî û wiha dewam kir, "Ligel Bexdadê xweşbûn û asayîbûna peywendiyên me, Herêma Kurdistanê di serî da dê li ser jiyana rojane ya hemû hemwelatiyên Iraqê tesîreke erênî bike."

Barzanî herwiha diyar kir ku ew ligel rêveberiya Bexdadê, petrola Kerkûkê bi awayekî hevbeş îxrac dikin û herwiha wan ligel rêveberiya navendî ya Iraqê polîtîkaya gumrikê jî kir bi yek rengî.

- "Em dixwazin ligel rêveberiya navendî peymaneke berfireh pêk bînin"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî bal kişand ku di mizakereyên ligel rêveberiya Bexdadê yên li ser 4 mijarên sereke da pêşvaçûn heye û wiha dewam kir:

"Em dixwazin ligel hikûmeta navendî ya Iraqê peymaneke berfireh a di berjewendiya her kesî da pêk bînin. Mizakereyên me yên ligel Bexdadê dewam dikin da ku bo para Herêma Kurdistanê ya di budceya Iraqê da bi awayekî adil were dayîn formulek were dîtin, mafên herêmê yên di warê petrol û xaza siruştî da di destûrê da werin parastin, kêşeya herêmên nîqaş li ser hene di çarçoveya destûrê da were çareserkirin û herwiha hêzên Peşmerge wekî beşeke pergala parastina Iraqê were qebûlkirin."

Barzanî herwiha bal kişand ku piraniya dahatên Herêma Kurdistanê ji petrolê tê û lewma jî divê ew pişta xwe nedin bi tenê çavkaniyeke dahatê û divê çavkaniyên dahatê dewlemend bikin.

Barzanî herwisa di mijara peywendiyên ligel welatên cîran da jî wiha got, "Em dixwazin li ser bingeha aştiyê ligel welatên cîran peywendiyên hevseng daynin û ji bo civaka navneteweyî jî bibin kana ewlehiyê."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE