"Em ê dorpêçên giran bisepînin"

Serokê Amerikayê Donald Trump: "Me li wê derê baregeheke qerase û biha ava kir. Bi milyaran dolar pere lê çû. Gelekî berî min hatibû çêkirin. Heta pereyê ku me lê xerc kiriye paşda nedin, em ê dernekevin"

"Em ê dorpêçên giran bisepînin"

Serokê AmerikaDonald Trump bertek nîşanî biryara Parlamentoya Irakê ya derxistina eskerên Amerikayê ji welêt, da û wiha got, "Heger bixwazin ku em ji welêt (Irak) derkevin û vê yekê bi dostanî nekin, em ê dorpêçên ku heta niha nedîtine bisepînin. Dorpêçên İranê li ber vê dê sivik bimînin."

Trump di vegera xwe ya ji Floridayê da di balafirgehê da bersiv da pirsên rojnamegeran.

Trump diyar kir ku ew serê ser dijî wê yekê bû ku Amerika bikeve Irakê, ketina Irakê xeletiyeke mezin bû û herwiha ew yek hat selimandin ku peywendiya Irakê bi êrîşên 11ê Îlonê tuneye.

Trump diyar kir ku ligel Irakê ew hewil didin ku ji herêmê vekişin û wiha dewam kir, "Ez ji Suriyeyê vekişiyam, lewra ez ê wî sînorî (Türkiye-Suriye) neparêzim. Ma çima ez ê wê sînorê biparêzim? Eskerên wan hene bira biparêzin. Ez sînor jixwe di bin dorpêçê da ye. Şerê li ser wî sînorî hezar sal e dewam dike. Em niha ji wê derê ra dibêjin navçeya aram, lêbelê di rastiyê da bereksê navçeya aram li wê derê heye. Li wê derê gelek însan mirin. Ji Türkiyeyê gelek însan mirin, belkî du carî jê."

Trump bersiv da pirsên li ser vekişîna ji Irakê û wiha got, "Me li wê derê baregeheke qerase û biha ava kir. Bi milyaran dolar pere lê çû. Gelekî berî min hatibû çêkirin. Heta pereyê ku me lê xerc kiriye paşda nedin, em ê dernekevin."

Serokê Amerikayê Trump herwiha gef li rêveberiya Irakê xwar û wiha got, "Heger bixwazin ku em ji welêt (Irak) derkevin û vê yekê bi dostanî nekin, em ê dorpêçên ku heta niha nedîtine bisepînin. Dorpêçên İranê li ber vê dê sivik bimînin."

Trump got ku İran heger bersivê bide kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên İranê Qasim Silêmanî, dê Amerika jî bersiveke gelekî mezin bide vê yekê.

Serokê Amerikayê Donald Trump diyar kir ku İran heger êrîşî personelek an jî hedefeke Amerikayê ya li herêmê bike, ew ê bilez û ne hevseng bersivê bidin.

Ligel gurbûna rageşiya Amerika û İranê, Trump ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyeke nû belav kir.

Trump diyar kir ku daxuyaniyên rêveberiya wî, ji bo Kongreyê parvekirina zanyariyê ne û wiha got, "İran heger êrîşî personelek an jî hedefeke Amerikayê ya li herêmê bike, Amerika dê bilez û yekser bersivê bide, heta belkî jî bersiveke ne hevseng bide."

Trump bal kişand ku tu mecburiyeteke wî tuneye ku zanyariyê bide Kongreyê, lêbelê wî dîsa jî ev zanyarî da.

- Rageşiya Amerika-İranê

Rageşiya di navbera Amerika û İranê da piştî ku hefteya borî rêxistina Ketaîb Hîzbullahê ya bi piştgiriya İranê bi rokêtan êrîşî baregeha eskerî ya K1 a li Kerkûkê ya ku lê eskerên Amerikayê kir zêde bû.

Wezareta Parastinê ya Amerikayê (Pentagon) ragihandibû ku Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa İranê û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis di êrîşa ku nêzî Balafirgeha Bexdayê hat kirin da hatin kuştin.

Ayetullah Elî Xameneyê pêşengê dînî yê İranê destnîşan kiribû ku wê tola êrîşa Amerikayê hildin.

Milîsên Şîe ku İran li pişt wan e, bi roket û fuzeyan êrîşî hin baregehên ku eskerên Amerikayê lê ne, kiribûn.

AA

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE