"Em ji ber biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê kêfxweş in"

Çavuşoglu li ser pirsa vekişîna eskerên Amerîkayê ya ji Sûriyeyê destnîşan kir ji ber biryara Amerîkayê ya vekişîne ji Sûriyeyê kêfxweş in û got ku em yekparetiya axa Sûriyeyê dixwazin...

"Em ji ber biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê kêfxweş in"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Em ji ber biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyeyê kêfxweş in."

Çavuşogluyê ji bona serdana fermî li Maltayê ye li paytext Valettayê bi Carmelo Abelayê hevtayê xwe ra hevdîtinên dualî û hevdîtinên di nav lijneyan da kir û peyra bi Abela ra di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.

Mevlut Çavuşoglu li ser pirsa vekişîna eskerên Amerîkayê ya ji Sûriyeyê destnîşan kir ji ber biryara Amerîkayê ya vekişîne ji Sûriyeyê kêfxweş in û got ku em yekparetiya axa Sûriyeyê dixwazin.

Çavuşoglu diyar kir divê Tirkiye û Amerîka bi hev ra vekişîna ji Sûriyeyê kordîne bikin.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu destnîşan kir di şerê dijî rêxistinên terorê yên mîna YPG/PKKyê da divê bi hev ra hereket bikin û got ku em dixwazin Amerîka wexta dijî DEAŞê şer dike piştgiriyê nede YPG/PKKyê.AA

Dîroka nûkirinê: 21 Kanûn 2018, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE