"Em ji bo êrîşeke muhtemel amade ne"

Serokê Amerîkayê Donald Trump: "Sehaya neftê ya Erebistana Siûdî rastî êrîşê hat. Em bi kiryar beled in û sedemên me hene, li gor teyîdê me berê xwe daye (hedefê) û çekên me dagirtî ne.''

"Em ji bo êrîşeke muhtemel amade ne"

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser lêxistina tesîsên neftê yên Erebistana Siûdî got ku "ew kiryar dizanin" û peyama "em ji bo êrîşeke muhtemel amade ne" da.

Serokê Amerîkayê Trump der heqê êrîşa dijî tesîsên Saudi Aramcoyê da li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyeke nû da.

Trump di daxuyaniya xwe da got, "Sehaya neftê ya Erebistana Siûdî rastî êrîşî hat. Em bi kiryar beled in û sedemên me hene, li gor teyîdê me berê xwe daye (hedefê) û çekên me dagirtî ne. Lêbelê em li benda Qraltiyê (Erebistana Siûdî) ne ku kiryarê vê êrîşê ji me ra bibêje."

Trump got ku ew ê li gor bersiva Riyadê hereket bikin.

Duh li gor saeta herêmî serê sibê di 04.00an da bi firokeyên bêfirokevan ên çekdar va êrîşî 2 tesîsên şîrketa neteweyî ya neftê ya Erebistana Siûdî Saud Aramcoyê kiribûn û piştî êrîşê agir bi tesîsan ketibû.

Hûsiyan daxuyaniya nivîskî dabûn û îma kiribûn ku wan êrîş kiriye.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 îlon 2019, 09:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE