"Em li benda xêra kesî nînin û dixebitin"

Jinên mexdûrê şer di fabirqeyên tekstîlê da dixebitin û piştgiriyê didin debara mala xwe

"Em li benda xêra kesî nînin û dixebitin"

Li Sûriyeyê jinên mexdûrê şer ên li herêma Herekata Kaniya Aştiyê ku ji terorê hat safîkirin, li navçeya Til Ebyadê di fabirqeya tekstîlê ya ku meclisa herêmî bi derfetên xwe vekiriye da dixebitin û piştgiriyê didin debara mala xwe.

Meclisa Herêmî ya Til Ebyadê bi piştgiriya Tirkiyeyê hat avakirin û meclis bi derfetên xwe hewl dide ku navçe pêş bikeve.

Di vê çarçoveyê da ji bo îstixdamkirina jinên bî, êtîm û jinên mexdûrên şer ên feqîr meha borî li herêmê fabirqeyeke tekstîlê ya ewil hat avakirin.

110 jinên mexdûr ên şer ji bo ku di fabirqeyê da bixebitin, ji aliyê Navenda Çandê ya Til Ebyadê va 3 meha seba dirûn û neqişandinê hatin perwerdekirin.

Jinên ku perwerdeya wan kuta bû, di fabirqeya tekstîlê da dest bi kar kir.

Ji bi dil û can dixebitin û vê gavê rojane 750 taximên eşofmanan didirûn.

Bi pisporbûna jinan va tê payîn ku hilberîn jî zêde bibe.

Jin bi saya fabirqeyê hem der û dora xwe nas dikin hem jî bi pîşeyên xwe piştgiriyê didin debara mala xwe.

Mêrê Xetîce Um Mihemeda diya 2 zarokên êtîm 2 sal berê miriye.

Xetîceyê daxuyanî da û diyar kir, ew kêfxweş e ku di fabirqeyê da dixebite.

Um Mihemed a nêzî mehekê ye di tekstîlê da dixebite got: "Em rihet in û mihtacê kesî nînin. Êdî em hêvîdar in."

"Em li benda xêra kesî nînin û dixebitin"

Ela Um Yamana rewşa malbata wê nebaşe jî got ku ew bi keda xwe dixebitin û bi pereyê qezenc dikin piştgiriyê didin malbata xwe û wiha domand: "Ji ber tiştên wiha li ser axa Sûriyeyê tê çêkirin em serbilind in. Em ji kesî sedeqeyê naxwazin û bi keda xwe dixebitin."

"Ji hêla derûniyê va bi kêrî min hat"

Um Silêmana mêrê wê 2 sal û nîv berê wefat kir û tevlî 4 zarokên xwe yên sewî daxuyanî da û got ku ew beriya vê derê li zeviyan dixebitî û wiha domand: "Pereyê wê derê hindik bû û em zêdetir diwestiyan. Piştî min li vê derê dest bi kar kir bi kêrî deruniya min jî hat. Ez mehaniyê hiltînim û canê zarokên min çi bixwaze dikarim ji wan ra bikirim. Niha kêfxweş im û ji hale xwe razî me."

"Jin êdî mihtacê kesî nînin"

Salih Şewahê jinan hînî kar dike jî destnîşan kir ku li navenda çandê ya girêdayî Meclisa Herêmî ya Til Ebyadê ye ewilî jin diçin qursa dirûtinê, li wê derê hînî birîn, dirûtin û utîkirin û pakêtkirinê dibin.

Şewah got ku ew di demeke nêz da dixwazin karê xwe zêdetir bikin û wiha domand: "Jin ji karê dirûtinê hez dikin. Jinên bi mehanî dixebitin êdî mihtacê kesî nînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE