"Em li dijî parvekirinên Sykes-Picot ên nû derdikevin"

Serok Erdogan:"Ji ber wê erka ewlekariya gelên Ewropayê ye ku em jî di navê da ne, em li herêma xwe parvekirinên Sykes-Picot ên nû naxwazin û em bi rêxistinên terorê yên wekî DEAŞ, PKK û FETOyê ra têdikoşin"

"Em li dijî parvekirinên Sykes-Picot ên nû derdikevin"

Serok Erdogan ji La Figaroya Fransî ra nivîsî: "Ji ber wê rêzê ye ku em nîşanî cîranên xwe didin û herwiha ji ber wê erka ewlekariya gelên Ewropayê ye ku em jî di navê da ne, em li herêma xwe parvekirinên Sykes-Picot ên nû naxwazin û em bi rêxistinên terorê yên wekî DEAŞ, PKK û FETOyê ra têdikoşin."

Erdogan bi minasebeta 100emîn salvegera bidawîbûna Şerê Cihanê yê Yekemîn ji bo rojnameya Fransî Le Figaroyê nivîsarek nivîsî.

Erdogan da bibîrxistin ku serkirdeyên welatên ku tevlî Şerê Yekemîn ê Cihanê bûn, di 11ê Mijdara 1918an da biryar standin ku dawiyê şerê ku 4 sal bû dewam dikir û li seranserê cihanê bûbû sedemê kuştina qedera 40 milyon însanî, bînin û wiha hat gotin, "Di dawiya vê hefteyê li Parîsa paytextê Fransayê çendîn çalakî ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron malîvan e, dê bên lidarxistin ku ji vê bûyera mezin, derda pêwîst were standin da ku rewşeke wiha careke din neyê serê însaniyetê."

Erdogan bal kişand ku di 100emîn salvegera bidawîbûna Şerê Cihanê yê Yekemîn da mirov hê jî nikare bêje ku şer û pevçûn tevda bûne dîrok û wiha dewam kir:

"Di van salên vê dawiyê da li welatên cîranên me yên milê başûr li Sûriye û Iraqê nakokiyên navxweyî dewam dikin, gefa terorê zêde dibe, îstiqrar têk diçe û li Filistînê ev bi dehan sal in bêmilkkirina sîstematîk û hewlên bêwelatkirinê dewam dikin ku ev hemû tevda nîşaneyên şênber ên vê yekê ne."

Erdogan diyar kir ku heger mirov li Goristana Şehîdan ên li Tirkiyeyê û li ser xaka Osmaniya berê bigere, mirovê bibîne ku ciwanên ji Saraybosnayê, ji Efrîqayê, ji Bexdadê, ji Stenbolê û ji Filistînê li rex hev radizên. Bîranînên Şerê Cihanê yê Yekemîn mîraseke hevpar e ku civatên Tirk, Kurd, Ereb, Ermenî û Cihû ji civata nûjen ya Tirkiyeyê ra hiştiye."

- "Em li dijî parvekirinên Sykes-Picot ên nû derdikevin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ku Komara Tirkiyeyê di temamê dîroka xwe da rêz li hemberî yekîtiya xaka welatên cîran nîşan daye û îstiqrar û aştiya wan parastiye û wiha got, "Ji ber wê rêzê ye ku em nîşanî cîranên xwe didin û herwiha ji ber wê erka ewlekariya gelên Ewropayê ye ku em jî di navê da ne, em li herêma xwe parvekirinên Sykes-Picot ên nû naxwazin û em bi rêxistinên terorê yên wekî DEAŞ, PKK û FETOyê ra têdikoşin." 

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Mijdar 2018, 18:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE