"Em li Îranê li pey guherîna rejimê nînin"

"Em li Îranê li pey guherîna rejimê nînin. Lêbelê rejima Îranê şerên wekaletê yên Îranê li herêmê divê demildest bi dawî bin"

"Em li Îranê li pey guherîna rejimê nînin"

 Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê di êrîşa asîmanî ya Amerîkayê da kuştina Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê  da şîroveya "Me ne ji bo destpêkirina şerekî ji bo rawestandina şer ev pêngav avêt." kir.

Serokê Amerîkayê Trump der barê kuştina Silêmanî da daxuyaniya ewil a li pêş kameryan li Florîdaya ku lê tetîlê dike, da.

Trump diyar kir ku Silêmanî bin banê Artêşa Mihafizên Şoreşê da (AMŞ) çendî salan li herêmê ji kuştina gelek Amerîkayiyan berpirsyar e û got ku fermandarî Îranî plana gelek êrîşên nû dikir û ji bo ku vê rawestînin êrîşa navborî kirin.

Trump êrîşa dijî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê bi bîr xist û got ku "Em dê ji bo parastina hemû dîplomat, personel û mitefîqên xwe dê her tiştê bikin. Heke hûn zirarê bidin wan em ê we bibînin û ji holê rakin."

Trump got "Heyama terorê ya Silêmanî qediya. Ew divê berê niha ji holê bihata rakirin, heke bihata kirin dibe ku gleek jiyan xilas bibana." û der barê kuştina Silêmanî da got ku "Me pêngava ku duh avêt ne ji bo destpêkirina şerekî ji bo rawestandina şer avêt."

 "Em li Îranê li pey guherîna rejimê nînin"

Trump qal kir ku hember gelê Îranê gelekî rêz digire û got ku "Em li Îranê li pey guherîna rejimê nînin. Lêbelê rejima Îranê şerên wekaletê yên Îranê li herêmê divê demildest bi dawî bin."

Trump nirxandina "Heke li cihekî dinyayê Amerîkayiyek hedef bê girtin em ji bo ku pêngavên hewce biavêjin amade ne, bi taybetî jî dema mijar Îran be." kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE