Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf daxuyand mijara Sûriyeyê divê bi kordînasyoneke taybet va bê çareserkirin, ew bi Tirkiye û Rûsyayê ra li gor vê gavan diavêjin.
Zerîf ji bo hevdîtinin fermî çû Moskovaya Rûsyayê û li wir daxuyanî da çapemeniya Îranê.
Zerîf anî ziman ew bi Rûsyayê ra xwedî hevkariyeke baş in, ji bo ku vê hê baştir bikin ewê hewl bidin û wiha axivî: "Li herêma me pirsgirêkên mezin hene. Mijara Sûriyeyê divê bi kordînasyoneke taybet va bê çareserkirin, em li gor mizakereyên Astanayê li Sûriyeyê ligel Rûsya û Turkiyeyê gavên xwe diavêjin."
Zerîf anî ziman ewê li ser hevdîtinên aştiyê yên navbera Taliban û hikûmeta Efxan jî biaxivin.
Zerîf li ser îdiayên dibêjin Fransa dixwaze ew bi Rûsyayê ra bila li ser mijara Lubnanê jî biaxivin wiha got: "Em dikarin bi Rûsyayê ra li ser Lubnanê biaxivin, lê ew ne mijareke sereke ye. Bi meqamên Fransayê ra me der barê mijara Lubnanê da mizakereyek nekir."
AA