"Em li Xezzeyê agirbesteke tam dixwazin"

Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahu daxuyand ew li Xezzeyê agirbesteke tam dixwazin.

"Em li Xezzeyê agirbesteke tam dixwazin"

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu daxuyand ew li ser Xeta Xezzeyê agirbesteke tam dixwazin.

Netanyahu di civîna beriya kabîneyê de axivî û behsa agirbesta demdirêj a dibe ku di navbera Hamas û Îsraîlê de çêbibe kir.

Netanyahu got der barê rewşa Xezzeyê de plana wan amade ye, lê ewê vê planê eşkere neke û wiha axivî: "Armanca me ew e ku welatiyên me yên li başûr jiyaneke aram bijîn. Emê bigîhîjin vê armancê."

Der barê îhtimala agirbestê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de jî Netanyahu wiha got: "Di vê mijarê de tevgera me eşkere ye. Em agirbesteke tam dixwazin, em nikarin kêmasiyê qebûl bikin."

Serê vê mehê hin nûçe hatibûn weşandin û hatibû gotin bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî û Misirê ve hevdîtin tên kirin ku di navbera Hemas û Îsraîlê de agirbesteke demdirêj çêbibe.

Rayedarekî ji Hemasê yê ku nexwestibû navê wî bê eşkerekirin ji nûçegihanê AAyê re gotibû muzakereyên di navbera Hemas û Îsraîlê de wê heta dawiya mehê temam bibin.

Dîroka nûkirinê: 12 Tebax 2018, 16:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE