Berhem Salihê Serokomarê Iraqê got berpirsyarê parastina erdê welêt û desthilatdariyê dîsa Iraq e.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Iraqê, Serokomar Salih bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ra hat ba hev û got, "Berpirsyarê parastina erdê welêt û desthilatdariyê dîsa Iraq bi xwe ye."
Salih diyar kir ku Iraqê li hemberî terorê serkeftinên mezin bi dest xist û wiha axivî: "Em niha li ser îmara jinûva dixebitin."
Di hevdîtinê da Trump jî destnîşan kir ku di navbera welatê wan û Iraqê da têkiliyên baş û demdirêj hene, bidawîkirina DEAŞa rêxistina terorê karekî mezin e.