''Em rêzê nîşanî serweriya Îran, Türkiye û Sûriyeyê didin''

Berpirsê Daîreya Karên Derva yê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dîzayî : "(Çapkirina pûlê) Projeyeke ku hikûmeta Kurdistana Iraqê plan kiriye nîne"

''Em rêzê nîşanî serweriya Îran, Türkiye û Sûriyeyê didin''

Berpirsê Daîreya Karên Derva yê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dîzayî der barê projeya çapkirina pûlên bîranînê yên ku piştî serdana lîderê Katolîkan Papa Franciscus hat rojevê da got ku ew proje, planeke hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê nebû û ji alî hin dîzayneran va hat pêşwazîkirin.

Dîzayî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ji bo plana çapkirina pûlê ku hin bajarên Türkiyeyê jî tê da wek nexşeya hatibû xêzkirin û Türkiyeyê bertek nîşan dabû da fikr û ramanên xwe anî ziman.

Ji bo mijara çapkirina pûlê Dîzayî got: "Projeyeke ku hikûmeta Kurdistana Iraqê plan kiriye nîne. Wekî hûn jî zanin li çar aliyê dinyê ji bo ziyaret û rojên wiha taybet bi armanca koleksiyonekê pûl tên çapkirin."

Dîzayî destnîşan kir ku hin grafîker û dîzayneran ew pûl amade kirin û ragihandin ku heke guncaw be bila ji bo bîranîneke serdana Papa çapkirina wan pêşniyaz kirin û diyarî wezaretê kirin. Çapkirina pûlan li gor hin rê û rêgezan e û biryar jî ya hikûmetê ye. Birêz Wezîr ji bo çapkirina vê biryar nedaye û ev bi tenê pêşnûma ye û wê biryar bê dayîn."

- "Em rêzê nîşanî serweriya Îran, Türkiye û Sûriyeyê didin"

Di berdewamiya axaftina xwe da Dîzayî diyar kir ku ew bi xesasiyetên welatên herêmê dizanin û wiha domand: "Hikûmeta Kurdistana Iraqê ji bo Herêma Kurdistana Iraqê xwedî berpirsyarî ye. Li gor Makezagona Iraqê di nav sînorên kifşkirî da xwedî rayekê ye, parlemento û hikûmeta wê heye. Lê ji bilî vê heta bêjî em rêzê nîşanî serweriya welatên cîran Îran, Türkiye û Sûriyeyê didin û em ji van welatan jî hêvî dikin ku bila rêzê nîşanî serweriya Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê bidin."

Dîzayî bertekên ji ber mijara pûlê hatin nîşandan jî nirxand û got: "Ez wisa texmîn dikim di vê mijarê da polîtîkaya navxweyî û muxalif bi ser hikûmetê da diçin. Belkî jî wek amûreke polîtîkaya navxweyî diemilînin. Ev yek me eleqedar nake. Ew pirsgirêka polîtîkaya navxweyî ya Türkiyeyê ye. Lê berê jî hin mijar qewimîn û ew bi lihevrûniştinê va hatin çareserkirin."

Berpirsê Daîreya Karên Derva yê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Dîzayî ragihand ku di polîtîkaya karên derva da ew girîngiyê didin têkîliyên dostane û bibîr xist ku berê jî çend caran mijara nexşeyê hat rojevê û ew yek hatin çareserkirin û wiha domand: "Îstiqrara li herêmê, pêşketina li herêmê, ewlehiya li herêmê ji bo me pêşdatir in. Him di têkîliyên bi welatên cîran ra û him jî bi hemû dinyayê ra polîtîkaya me ewe ku têkîliyên me yên dostane pêşdatir bin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE